Kesayetiyekî welatparêz û hogirê PDKÎ, bi navê Hecî “Hesen Hebîbî”, xelkê gundê “Zêwe”a “Mirgewer”a girêdayê bajarê Urmiyê, di temenê 75 saliyê de, koça dawiyê kir.
Hecî Hesen di dema xwe, tim alîkar û piştewanê PDKÎ ê bû û deryê mala wî hertim li ber şorişvanan ser piştê bû û mala wî cihê man û bêhnwedana Pêşmergeyan bû.
Cinazê Hecî Hesen, bi pişikdariya xelkê dewerê, bi Axa piroza Kurdistanê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat, xizm û kesên Hecî Hesen û xwe şirîkê xema wan dizane.