
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav û cihê baweriya xelkê bajarê Seqizê bi sedema pîrbûnê koça dawiyê kir.
Li gor nûçeya ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Hacî Kerîm Rezaqî roja derbazbûyî 28`ê Rezberê di temenê 93 saliyê de bi sedema pîrbûnê xatirê xwe ji jiyanê xwast.
Navbirî ku bi damezrînerê kolana “Kerîmawa” ya Seqizê tê naskirin, yek bû ji kesayetiyên xweşnav û cihê hurmet û baweriya xelkê, ku beşeke zor a temenê xwe ji bo xizmeta xelkê vî bajarî danîbû, û mala navbirî hertim bibû stargeha xelkê hejar û desteng.
Hacî Kerîm Rezaqî li salên pêş şoreşa gelên Îranê de, û di dema êrîşên rejîmê bo ser gelê Kurd berdewam piştevanê xelkê û bixasmanî ciwanan bû, ji bo berbirûbûna neyaran, û piştevanekî dilsoz ê xebata gel bû.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe dibêje kesûkar û malbata navbirî, û xwe hewxemê wan dizane.