Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî xweşnav û dost û xemxwarê PDKÎ koça dawiyê kir

12:41 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2020

Dost û emegdarekî PDKÎ xelkê Bakura Kurdistanê di bajarê Urmiyê de çu ber dilovaniya xudê.

Hacî “Emîn Akbaş” kurê Hacî “Şerîf” xelkê gundê “Helane” a devera “Şemzînan” li Bakûrê Kurdistanê de, kesekî welatparêz û dostê nêzî PDKÎ, koça dawiyê kir.

Hacî “Emîn Akbaş”, di devera Şemzînan a Bakûrê Kurdistanê, rêz û pêgeheke civakiye berçav hebû.

Mala Hacî “Emîn” cihê man û bêhnvedana kadir û pêşmergên PDKÎ bû û tim alîkariya pêşmergêyên PDKÎ dikir.

Hacî “Emîn Akbaş” di nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Urmiyê de, koça dawiyê kir û di goristana gundê “Helec”ê di devera “Mirgewer” de, bi axa pîroz e Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demukrata Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat, xizim û kesên Hacî “Emîn Akbaş” û xelkê gundê Pêşmergeperwere Helane û xwe  şirîkê xem û nerehetiya wande dizane.