Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî xweşnav û welatparêz koça dawiyê kir

18:32 - 16 Şibat 2020

Roja Şemiyê, 26`ê Rêbendanê, kesayetiyekî welatparêz bi navê “Ebdula Damengîr”, naskirî bi “Ewla yê Bedrî”, xelkê gundê “Saro Qamîş” a derwera Çemê Mecîdxan a girêdayê bajarê Bokanê, koça dawiyê kir.

“Ebdula”, kesayetiyekî Hizibdost û cihê baviriya xelkê dewerê bû û her li destpêka nasîna pirsa Kurd û PDKÎ yê, heya demên dawiyê ye jiyana xwe, emekdarê doza Kurdistanê ma.

Birayekî “Ebdula” bi navê “Husên Damengîr”, di dehika 60`an de, ji aliyê rejîma dijî Kurde Îranê ve, hatibû destbiserkirinê û piştre, di nawa reşçalên rejîma Îranê de di bin îşkencê de, canê xwe ji dest da.

Herwisa, 2 biraziyên “Ebdula” bi navên “Îsmaîl Damengîr” li hêza “Pêşewa” û “Mistefa Damengîr” li hêza “Beyan”, Pêşmerge bûn û herdûkan jî cane xwe goriyê barigeha Azadiya gelê xwe kirin û Şehîdên Sorxelatê PDKÎ yê ne.

Termê “Ebdula Damengîr”, bi beşdariya xelkê dewerê, bi axa pîroza welat, hate sipardin.

PDKÎ, sersaxiyê dide malbat û kesên “Ebdula Damengîr” û xwe şirîkê xema wan dizane.