
Kurdistanmedia: Kesayetyekî naskirî yê xelkê gundê Qasmlû bi sedema nesaxiyî çû ber rehmetê.
Roja Sêşemî 23`ê Rêbendanê (12`ê Şibatê), “Xosrewxan Ê`zetpûr” xelkê gundê Qasmlû, û kesayetyî naskirî û niştîmanperwer û birayê xebatkarê naskirî yê Hizba Demokrat “Ebdulla Ê`zetpûr” bi sedema nesaxiyî koça dawyî kir.
Navbirî, bi sedema wê ku yek ji dijberên rejîma Axûndî bû, çend caran, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû desteserkirin.
Termê xwedêjêrazî dinav girseya xelkê herêm û di Gurstana Qasimlu de, bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe hevparê xema wan dizane.