Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetyekî naskirî çû ber dilovaniya xwe

17:52 - 10 Adar 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî naskirî yê xelkê bajarê Neqedê çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 16`ê Reşemeh(7`ê Adar)`ê, “Hecî Qadir Demsaz” xelkê gundê “Hacî Hesen” a girêdayê bajarê Neqedê, koça dawiyî kir.

Xwdêjêrazî kesekî nîştimanperwer û alîgirê PDKÎ bû.

Termê xwedêjêrazî dinav girseya xelkê herêmê de, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe hevparê vê xema wan dizane.