Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesekê bi sedema teqîna gazê li Seqizê canê xwe ji dest da

11:49 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2021

Li şehreka pîşeyiya “Qehirabad”a Seqizê, bi sedema teqîna boriya gazê 10 kes hatine birîndarkirin û kesekê jî canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeyên belavbûyî, di wê teqîna boriya gazê de çendîn avahî rastî xisaran hatine û xaniyek jî ku berê kargeha “naylonên firîzir” bûye bi yekcarî hatiye herifîn.

Ew boriya gazê bi sedema herifîna dîvar û lêçûna gazê hatiye zanîn.

Pêka nûçeyên belavbûyî di wê taxa “Qehirabad”a Seqizê de cejneke dostane bi rê ve çûye.

Tev kesên birîndarbûyî ên wê bûyerê li yek ji nexweşxanên bajarê Seqizê de di bin çavdêriya pizîşkî de ne û rewşa du kesan nebaş hatiye ragihandin.

Heta niha nasnameya ew kesê ku di wê bûyerê de canê xwe ji dest dayî nehatiye ragihandin.