Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesekî bengî di Ehwazê de 9 endamên malabata xwe kuşt

12:12 - 5 Nîsan 2021

Fermandarê Ehwazê daye zanîn ku kesekî tûşbûyê bi maddeyên hişber, îro roja Duşemî 16`ê Xakelêweyê, piştî kuştina 8 kes ji endamên malbata xwe dawî bi jiyana xwe jî aniye.

Fermandarê Ehwazê, Cemalê Alemî Nîsî, bi îşarekirin bi qetila 9 kesan di du bajarên Ehwaz û Karûnê de ji aliyê kesekî ve got: “Sibêdeha îro kesek bengî wate tûşbûn bi maddeyê hişber, destpêkê di bajarê Ehwazê de bav, dayîk û du birayên hevjîna xwe a yekemê dikuje, û piştre diçe mala hevjîna xwe ya duyem, bav û dayîka jina xwe ya duyem, kurê xwe û birayê jina xwe dikuje”.

Navbirî gotiye, “ev kesê bengî piştî wan qetilane dawiyê bi jiyana xwe jî tîne.

Fermandarê Ehwazê daye zanîn ku ew qetile bi çekê hatiye kirin.

Ew kese xelkê Zêrgana Ehwazê bûye û heta niha sedemên sereke derheq wê qetilê nehatine belavkirin.