
Kesekî Îraqî ku girêbesta karî digel hêzên hevpeymanan hebû bi sedema teqîna bombê, birîndar bû.
Roja Înê 25ê Kanûna Pêşîn, li parêzgeha Dîwaniye a Îraqê, bi sedema teqîna bombekê ku li ser rêya karwanê maşînên kompaniyeke girebestî ku digel hêzên hevpeymanan kar dike teqiya ku di encamê de ajotvanekî Îraqî birîndar bû û maşîna wî jî rastî xisarekî zêde hat. Wê karwana maşînan bo hêzên hevpeymanan alavên taybet bona bihêztrirkirina hêzên ewlehiya Îraqê dibirin.
Pêka çavkaniyên Îraqî, ew bobm li qiraxa rêyê de hatiye danîn ku di dema derbasbûna karwana wan maşînan de teqiyaye.
Piştî gefên rejîma Îranê li ser Amerîka û hêzên hevpeymanan, êrîş li ser berjevendiyên Amerîka û hêzên hevpeymanan zêdetir bûye.
Aloziyên ewlehî û aramiya Îraqê ku bi sedema destêverdana rejîma Îranê ye û handana girûpên girêdayê rejîmê bona birêvebirina siyasetên rejîma Îranê, Îraq rastî pirsgirêkên micid hatiye.
Hekî di wan êrîşan de kesekî Amrîkayî bê kuştin, pêka gotinên Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump”, rejîma Îranê dê rastî berteka dijvar bibe û Amrîkayê ragihandiye ku rejîma Îranê berpirsyarê tev êrîşên li ser hêzên Amerîka û hevpeymanan e.