Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesekî welatparêz û xizmetkarê doza Kurdistanê koça dawiyê kir

13:08 - 23 Adar 2020

Hizba Demokrat dost û alîgirekî herî bi wec û zehmetkêşe xwe ji dest da.

Mixabin em agehdar bûn ku Roja 21 ê meha Adarê, Qehreman Êlîş xelkê Gundê Wargenim serbi Bakurê Kurdistanê di yek ji Nexweşxanên Bajarê Vanê, koça dawiyê kir.

Qehreman Pêşmergeyeke bê navûnîşane Kurdistanê bû piraniya temenê xwe de di xizmeta şorişa Kurdistanê de bû.

Qehreman hekî çi xelkê Bakurê Kurdistanê bû, lê hertim pişt û penaha Pêşmergên Hizba Demokrat û bi taybetî Xortên Hêza Agirî bû.

Ew di hemî rewşekê de amadê xizmet kirina bi Hizba Demokrat bû û hertim amade bû erkê herî giran encam bide.

Qehreman gelek Pêşmergên birîndar di rewşeke dijvar û çawedêriya tunde ku dewleta Tirkiyê hebû , digehandine nexweşxane û cem Pizişkan û piştî tedawiê digehandine nava refa Pêşmergan.

Qehreman Kesayetiyekî dilsoz, welatparêz, azadîxwaz, fîdakar, mirovekî pak û sadiq, û cihê hitbara hemî xelkê û şorişê bû.

Qehreman Êlîş di malbat û gundekê de mezin û perwerde bibû, ku ev Gund bibû cihê man û êvirgeha Şorişvanan.

Qehreman yêk ji nimûna yêk ji kesên welatparêze Gundê Wargenim bû. Xelkê wî Gundî li hember Pêşmerên Hizbê û şorişê de, xwe bê ser û mal dizanin.

Cinazê Qehreman her di Gundê Wargenim bi axa pîroze Kurdistanê hate sipartin.

Hizba Demokrat koça dawiyê ya Qehrema bi xisar dizane bo şoreşê û bi taybetî bo Hizba Demokrat.

Her lewma zaf kesên welatparêz û dostan li Bakurê Kurdistanê, bi boneya koça dawiya Qehreman Sersaxî li Hizba Demokrat kirin.

Hizba Demokrat sersaxiya xwe pêşkêşî Malbat û kesûkarê Qehreman û Xelkê welatparêze Gundê Wargenim dike û xwe şirîkê xema wan dizane.