Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên derfetçî daristanên gundê “Gewêle”yê ji nav birine

17:43 - 4 Adar 2022

Darên berûyan li daristana gundê “Gewêle”yê ser bi bajarê Merîwanê di milê sûlavê de, ji aliyê kesên li dijî jîngehê û derfetçî hatine birîn.

Wan kesan bi armanca firotina wan daran li bajarên dinê ew dar birîne.

Çalakvanên jingehparêz daxwaz ji xelkê wî gundî û derdorê û herwisa berpirsên pêwendîdar kirine ku rêgirî li wan kawilkariyên li ser jîngehê li gunedê “Gewêle”yê bikin.

Jîngeha Kurdistanê di her çar demsaslê salê de ji aliyê kesên derfetçî an ji aliyê rejîma Îranê bi awayê curbicur ên wekî birîna daran, agîrberdan, kêlan û şêwazên dinê tê ji navbirin.