
Di heyama çend salên derbasbûyî de, hinek mirovên oportunîst(derfetçî) û diz, dest havêtine bi talanbirina mal û halê xelkê gundên li derdora herêma Jaweroyê.
Pêka zaniyariyên gehîştine bi malpera “Kurdistanmediya”yê di heyama çend salên derbasbûyî de hinek mirovên oportunîst(derfetçî) û talanker gundên li herêma “Jawero” a girêdayî bajarê “Sine”yê bitaybet gundê “Tengîser”ê talan dikin.
Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, îsal di dema lidarxistina rêûresma Newrozê ya li “Tengîser”ê ku xelkê gund beşdarî rêûresimê bibûn û gund çûl bibû ,pez û malatên welatiyan û herwisa alavên cotyariyê û alavên weke “penêlên rojê, mîşara berqî, matorên berqê û … hwd”, dizîne û zêdetir ji 5 mal ku di nav baxçeyan de ne talan kirine û biqasî 60 heta 100 miliyon Tumenî zirar gihandine xwediyê wan malan.
Pêka zaniyariyan ew mirovên diz û talanker, li rêya gundên cîran ve alavên ku dizîne bi tiromibîlên barhilgir vediguhasin lewma, xelkê gundê “Tengîser”ê neçarin di heyama şevê de bibin bi nûbedarê baxçe, alav û malên xwe.
Heya niha gundiyan çendîn caran navend û îdareyên peywendîdar ên wekî “pasga û agahî û … hwd”, agehdar kirine lê, wan ti pêngavek bona çareserkirina wê pirisgirêkê û binçavkirina wan mirovên diz nehavêtine.