Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesên malnişînkirî bo dabinkirna jiyana xwe neçar in mijûlê kar bin

12:49 - 5 Îlon 2021

Mûçeyên malnişînkiriyan bi tenê beşeke kêm ji xerê wan dabîn dike û ew neçar mane bo danînkirina hewcehiyên xwe ên bingehîn mijûlê kar bibin.

Berpirsê Navenda Malnişînkiriyên Dabînkirina Civakiya Parêzgeha Tehranê, “Elî Dêhqankiya” gotiye: “Ti amareke serast ji rêjeya malnişînkiriyên ku mijûlê kar dibin tinîne û zêdetir ji 1 li ser 3a malnişînkiriyan mûçeyên herî kêm verdigrin, bi tenê xercê wan ên 10 rojan dabîn dike û bo dabînkirina xercê 20 rojan dinê, neçar mane mijûlê kar bibin”.

Herwisa navbirî daye zanîn ku beşeke zêde ya malnişînkiriyên ku mûçeyên nêvincî ji verdigrin neçarin kar bikin û bi sedema wê yekê ku şiyana kar wekî ciwanan tinînin, bi pereke gelek kêm kar bi wan didin.

Beşek ji wan malnişînkiriyan ku hewcehiyeke hestiyar bi derman û tedawiya pizîşkî û parastina wan heye wekî kesên ku çavên wan kêm dibînin an kesên ku pirsgirka dil û şkerê hene û kesên tûşî celta mejî û dil bûne, an seqetin û hewcehî bi çareseriya pizîşkî hene, neçar mane di şeqaman de li ber germa û sermayê bo peydakirina pariyeke nan kar bikin.

Rejîma Îranê heta niha jiyana malnişnkiriyan dabin nekiriye û piraniya malnişînkiriyan bi destên lerzok an çavên tarî bûyî û cesteya seqet di nav dûkela maşînan û li ber serma û germayê neçar in mijûlê kar bin û ew di halekê de ye ku dahata xelkê Îranê cercê xweşbijîviya berpirsan û geşedan bi terorîzma navnetewî dibe.