
Kesên oportunîst(derfetçî) û girêdayî rejîma Îranê, li gundê “Xurînc” a girêdayî bajarê Pîranşarê bi birîna nêzî 60 darên “Bûz” ên temen çendsed salî ji daristanên nêzîk wî gundê, xesareke zêde gihandine jîngehê.
Li gor zanyariyan ew darên han, di navbera gundê Xurînc û Kanî Şikewta Lacanê li qontara Zavakêwê hilkeftine, û ji aliyê kavilkerên sirûştê ve hatine birîn û bi wî awayî , xesarek zêde gihandine jîngehê.
Tevî vê yekê ku, ew darên han dîmenek ciwan dabûne deverê û wekî samana giştî tên hesabkirin.