
Girûpa “Ketayîb a Hizbullah” a girêdayê rejîma Îranê gef li Serokwezîrê Îraqê xwar û ragihand dema sebra me nemîne êdî ne Îran û ne Amerîka nikarin ti karekî bo “El-Kazimî” bikin.
Roja Yekşemî 26ê Kanûna Pêşîn, Berpirsê Ewlehiya “Ketayîba Hizbullah” a Îraqê, “Ebû Elî El-Eskerî” careke din gef li Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-Ksazimî” xwar û got: “Sebra berxwedanê neceribîne”, û li ser rûpela xwe a tora civakî ya “Twitter”ê nîvîsand: “Dever niha di rewşeke aloz de ye û rengeyiya şer û pevçûneke giştî heye, lewma dibe em bi sebirkirinê derfetê ji dujmin bistînin û em despêkerê şer nebin”.
Herwisa “Ebû Elî El-Eskerî” daye zanîn: “Nabe El-Kazimî sebra berxwedanê biceribîne, ber hindê ku niha demeke baş e ku em guhê wî bibirin û wê demê ne “CIA” û ne dezgeha Ewlehiya Îranê û ne kesên ku welat dane talankirinê, êdî nikarin ti karekî bo bikin.
Ew gef û gotinên “Ketayba Hizbullah”ê bo wê yekê ye ku dewleta Îraqê, endamê wan yê girtî berde lê “El-Kazimî” tevî hişdarîdan bi wan core girûpan, bi ti awayekî amade nîne ku wî terorîstî berde û amadebaşiya tev hêzên arteşa Îraqê jî berdewam e.