Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kevintirîn kevir nivîsên Asyayê, di Serpêla Zehawê de jinav diçin

20:45 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Du kevir nivîsên Serpêla Zehawê ku 4 hezar û 800 sal dîroka wan ne, hatin hiloşandin.

Nûçegihanên parêzgeha Kirmanşanê bilavkirin, du kevir nivîsên kevnar ku li parzemîna Asyayê de ji wan kevintir tuneye, bi sedema xemsariya berpirsên rejîm û navendên pêwendîdar jinav diçe.

Ew du kevir nivîsîne bi navên “Ano Banînî û Narm Sîn” pitir ji 4800 sal pêşîneya dîrokî heye û tirsa jinavçûna wan heye û niha pişkek ji wan kevir nivîsîne hiloşane.

Li gor raporan, dîroknivîsên navdarên Ewropa û Îranê dibêjin: Di çêkirina Textê Cemşîd û Bêstûnê de çav li kevirnivîsa Serpêla Zehawê kirine.