Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keyhan a Tehranê tekezî li ser êrîş bo Îsraîlê dike

12:05 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Rojnameya “Kehyan” ku belavoka fermî ya ofîsa “Elî Xamineyî”ye belav kiriye ku: “Nabe bibe derengî û dibe karekê bikin,hindek ji kesayetiyên siyasî derheq tolhildana Îranê di dema hewce de bi şaşî fam kirine û wisa dizanin ku Îran ti karekî nake”.

Li beşek ji wê gotarê de hatiye: “Hekî Îran derbekî xeda li Îsraîlê bide, ew bi wê wateyê ye ku ti binkeyekî Amerîka ewleh nîne, ji ber wê yekê, hekî êrîş bo ser Îsraîlê bê kirin êdî ewlehiya “Nawgana 5im” a Amarîkayê li Behrên û binkeyên Amerîka li Îmaratê, ti wate jê re namîne.

Di wê gotarê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku dibe êrîşî bo ser Îsraîlê bikin û heta ku Îran dîsa wekî hêza 1im di deverê de bê hisêb.

Di wê gotarê de hatiye: “Êrîşeke bihêz a Îranê bo ser Îsraîlê, dê pêleke bihêz di cîhana Îslam û welatên Erebî de biafirîne ku ew hêz ne bi Ameîka û ne bi welatên Erebî nayê kontrolkirin.

Ew cara yekim nîne ku rojnameya “Keyhan” bas ji êrîş û tolhildan ji welatên deverê ku yek ji wan Îsraîl e, dike, Siyaseta rejîma Îranê derheq Îsraîlê ew e ku ew welat li ser rûkê erdê bê rakirin.