Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kilozek kevnar yê 12 hezar sal berî niha di parêzgeha Luristanê de hate peydakirin

12:04 - 8 Şibat 2021

Kilozek  li bajarê “Eşterînan” ê girêdayê bajarê “Birûcird”ê de peyda bûye ku ya 5 hezar sal berî dewreya “Mifriq” e; Berpirsê Hêza Întizamî yê parêzgeha Lurstanê daye zanîn ku kesekî xwestiye wê kilozê bifroşe û wan ew kiloz zewt kirine.

Roja Yekşemî 7ê Şibatê, Fermandeyê Hêza Întizamî yê Parêzgeha “Luirstan”ê, “Mihemed Mehdiyan” daye zanîn ku hêzên întizamî li bajarê “Eşterînan” ê ser bi bajarê “Birûcird”ê, kilozeke dîrokî ji kesekî ku xwestiye wê bifroşe zewt kirine ku ya 5 hezar sal berî dewreya “Mifriq” e.

Pêka zaniyariyên kevnarnasiyê, devreya Mifreq 7 hezar sal berî niha bûye û şûnwarên wê dewrê yên herî kevnar di derdora çiyayên Zagrosê de bûne.

Kevnatiya wê kilozê dibe 12 hezar sal berî niha ku li mezopotamiya û navenda çiyayên zagrosê de şaristaniyetên destpêkî yên mirovî hebûne.

Peydakirina wê kilozê dîrokê dide xuya ku kevnartirîn kesên ku ji kilozan mifah verdigirtin, kesên rûniştîyê derdor û navenda çiyayên zagrosê bûne ku pêka dîroknasan ew xelk, Kurd bûne.