Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên rejîma Îranê êrîşî ser Dukan û avahiyên xelkê Kurdistanê dikin, û bi bê hebûna destûra yasayî, cihê karê xelkê Kurdistanê diherifînin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li sînorê “Başmax” ê kirêgirtiyên rejîma Îranê bi bê hebûna destûra yasayî, êrîşî ser cihê kar û kasibiya xelkê kirine, û bi Buldizêr û Lodêran Dukanên xelkê herfandine.
Li gorî kurte vîdyoyekê ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, kirêgiritiyên rejîma Îranê, cihê kar û kasbiya xelkê Kurdistanê diherifînin û hemû mal û serweta xelkê davêjine ser şeqaman, û bi wan kiryarên dijî mirovî, zirarên bê qerebû dighîjine xelkê hejar û desteng.
Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, li ser sînorê “Başmax” ê ragehandiye ku , kirêgirtiyên rejîmê wiha gotine ku ev li roja Yekşemî 5`ê Reşemehê,wê tewahiya Dukanên vê deverê biherifînin.
Di rewşa aborî ya niha de ku him sersala nû nêzîk dibe û him jî rewaş aboriya xelkê aloze û xelkê bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê rastî astengan dibin, berpirsên rejîmê bi cihê ku wan astengan çareser bikin û bo xelkê hêsan kariyan bikin, lê, bi awayekî berdewam êrîşî ser Dukan û avahiyên xelkê dikin û diherifînin.