Kirîna çekên şer ji aliyê xelkê Îranê ve, di wan çend mehên derbasbûyî de bi qasekî berçav zêde bûye û xelk bona parastina xwe li hember gef û tundûtîjiyên rejîma Îranê seh dikin ku dibe xwe biparêzin.
Ragihandinên rejîma Îranê çendîn caran gotine ku çek û cebilxane ji aliyê qaçaxçiyên ve bo Îranê têne anîn û heta niha çendîn caran ew çek û cebilxane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine zewtkirin û berpirsên rejîmê îdia dikin ku ew çek û cebilxane ji Îraq û herêma Kurdistanê û Tirkiyê ve têne kirin û wan çekan bo Îranê tînin.
Li wê derheqê de Dadstanê parêzgeha Kirmaşanê, “Şehram Keremî”, îdia kiriye ku Îraq û Herêma Kurdistanê bûne cihê paşketkirina wan çek û cebilxaneyan ku bi awayê qaçax bo Îranê têne şandin.
Herwisa roja Çwarşemiyê birêveberê giştiye îtla`ata parêzgeha Urmiyê jî ragihand ku: hêzên rejîmê li nêzîk sinûrê welatê cîran, dest bi ser 400 çekan de girtine.
Tundûtîjî û serkuta hovane ya xelkê sivîl li Îranê, bi qasekî zêde û berçav e ku her roj girte vîdiyoyên kutan û lêdana xelkê Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li ser torên civakî belav dibin.
Xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi sedema nebûna ewlehiya canî, malî û civakî neçar mane bona berevanî ji can, darayî û malbata xwe çekan bikirin û her dem egera wê yekê heye ku li nav şeqam û kolanan de rastî gef û êrîşa kesên girêdayê rejîmê bibin, lewma neçar mane ku bi xwe berevaniyê ji xwe bikin.