Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîna êmîş bûye xevnek bo hejaran

12:28 - 16 Kanûna pêşîn 2020

Pêka sala derbasbûyî nirxa êmîş çend beranber bilind bûye û tevî hejariya xelkê, nebûna dahat û bilindbûna nirxan, rejîma Îranê ti pêngavekê bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnagire.

Bilindbûna nirxa berhemên wekî sêv, pirteqal, hinar û êmîşên din zêdetir ji 3 beranberan pêka par bilind bûye û xelkê Îran û Kurdistanê ku bi piranî ji qata hejarin, êdî nikarin wan êmîşan bikirin, bi taybet ku “Şeva Yelda” jî  nêz dibe û çend rojên dinê xelk dixwaze wê hilkeftê cejin bigre, lê di wê rewşê de renge piraniya xelkê nekarin wê cejnê bi rê ve bibin bi taybet bo gelê Kurd ku roja jidayîkbûna “Dr. Qasimlo” li şeva Yeldayê ye pîroz dikin.

Berhemên werzêran bi tev dikare tev hewcehiyên navxwe dabîn bike, dikre beşek ji wan berheman bo derveyê welat jî bişîne, lê rejîma Îranê wan berheman bi nirxekî herî kêm ji werzêran dikire û çend banberî wê nirxê bi xelkê re difroşe.

Rejîma Îranê ti bernameyek bona kêmkirina nirxa êmîş di bazaran de tinîne, herwisa rejîma Îranê ti alikariyekê bi werzêran re nake û hewcehiyên wan jî bi nirxekî bilind bi wan re difroşe.

Li ticareta êmîş di Îran û Kurdistanê de, dahata serekî bo dellalên bazaran e û berhemhêner piraniya caran tevî ku ti dahatek tinebûne belkî tûşî zirarê jî bûne, lê dellalên nav bazaran çend beranberî werzêran dahat hene.