Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirîna nan bûye kirîz

12:03 - 5 Gulan 2022

Bi sedema bilindbûna nirxa ard û nan, xelkê şiyana kirîna nanê rojane ji bo malbatên xwe tunînin û niha nirxa her nanek somin heya 13 Hezar Tumenî bilind bûye.

Birêveberê Giştî yê Lêkolînên Pêşerojê û herwisa Birêveberiya Zanyariyên Aborê yê Wezareta Aboriya Îranê “Îbrahîm Siyamî” li derheq pişikbendiya nan de gotiye: “Bo her kodek millî nanê pişikbendî tê tomarkirin û xelk di dema kirîna nan de bi nirxa berê dê nan bikirin û perê din jî ji aliyê dewletê ve dê bê dan.

Navbirî îdia kiriye ku avantaja vê yekê ev e, xelkên ku zêde nan dixwen dê şêwaza xwarina xwe biguherin an jî dê nan bi nirxa azad bikirin!

Rejîma Îranê nikare hewcehiyên xelkê dabîn bike û bo kirîza bilindbûna nan biryar daye ku, nan bi awayê pişikbendiyê bibe û bi koda millî bifroşe û her kes bixwaza nanek din bikire divê bi nirxek bilind nan bikire.

Bi sedema bilindbûna nirxa ard, nirxa hewcehiyên din ên girêdayî bi ard ên weke makaronî, nan, şêrînî û … hwd jî, çend hember bilind bûne û ew di halekê de ye ku dahata xelkê Îranê kêmtir bûye û xelk jî hejartir bûye û nan ku yek ji hewcehiyên bingehîn ên rojane ya xelkê ye, bûye kirîzek mezin û dibe ku di rewşek wiha de gelek welatî şiyana dabînkirina nanê rojane ê xwe tunebin.