Di parêzgeha Lurdistanê de ava piraniya çeman çik bûne û asta avên sererdî bi qasî 70 santîmetran daketiye.
Çendîn sale nebûna bernameyeke serast a birêvebirîna kirîza avê li Parêzgeha Luristanê pirsgirêkên micid ên jîngehî, werzîrî û jiyana mirovan afirandiye û di wê dawiyê de bi sedema çikbûna ava çeman û daketina 70 santîmetrî ya avên sererd, kirîza hêj dijwartir bûye û werzêrî rastî xisarên gelik giran hatiye.
Beşa werzêrî bi sedema kêmbûna %45 a barîna baran û befir û hişkesaliyê rastî xisra 4 hezar û 400 milyard Tumenî hatiye û berhemanîna giya bona ajelan bi qasî 400 hezar tom kêm bûye.
Pêka amarên rejîma Îranê, tevî çikbûna piraniya çemên parêzgeha Lurdistanê, qasa av li çemên ku hêj çik nebûne di benber sala darbasbûyî bi qasî %69 kêm bûye û pêka amara doreyî jî %79 kêm bûne.
Di wê derheqê de birêveberê giştî yê “Kompaniya Ava Devera Luristanê”, “Daryûş Hesennijad” got: “Piraniya çemên Parêzgeha Luristanê wekî Keşkan, Sîlaxor, Madiyan Rûd, Kaka Şeref û çendîn çemên din, piraniya tayên wan heta qasî %100an çik bûne.
Herwisa navbirî got: “Kêmbûna avê di mehên bê de dê hêj dijwartir bibe û nîşandeka wê jî daketina avên sererd in”.
Rejîma Îranê bi veguhastina ava Luristanê bo bajarê Qumê, pirsgirêkên wê parêzgehê berçav negirtin.