
Di parêzgeha Kirmaşanê de Kêmavî bûye gefek mezin bo ser jiyana xelkê, bi taybet bo kar, pîşe û werzêrî pirsgirêkên gelek dijwar afirandine.
Kirîza bêavî di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bûye gefek metirsîdar bo ser jiyana xelkê, yek ji wan parêzgehên Kurdistanê ku di niha de bi sedema kêmbûna %34 a barîna baranan, lêdana 17 hezar û 359 bîrên avê ku 5 hezar û 800 ji wan nestandard in ,veguhastinana ava Rojhilatê Kurdisyanê ji aliyê rejîmê bo bajarên navendiyên Îranê, neşiyana karbidestên rejîmê li derheq kontrolkirina kirîza bêaviyê di wê parêzgahê de, bûne sedema çikbûna %70 ji çem û kaniyên wê parêzgehê û herwisa bûye sedema kêmbûna rêjeyek berçav ji avên bendavên wê parêzgahê.
Bêavî bandorek nerênî li ser jiyana xelkê bi taybet li ser werzêran daniye û bûye sedema wê yekê ku werzêrî û berhemanîna berhemên werzêriyê rastî pirisgirêkan bibin û werzêr rastî xisaran bibin.
Rejîma Îranê tevî ku xisarên bêaviyê qerebû nake, ti pêngavek bo çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye û berpirsên rejîmê bi gotin û sozên çewt hewla matkirina dengê xelkê didin û heta niha ti bernameyek zanistî bo çareserkirina wê pirsgirêkê, ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye dariştin.