Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirmanşah: Bi hegera gaz û teqînê 4 kes birîndar bûn

14:50 - 13 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: lêçûna gazê û rûdana teqînê di yek ji avahiyên parêzgeha Kirmaşanê, bû sedemê zirarên canî û malî.
Roja şemiyê, berwara 21ê befranbara 1392 a rojî, 4 hemvelatiyên bajarê Kirmanşahê bi hegera lêçûna gazê û rûdana teqînê li yek ji avahiyên vî bajarî de birîndar bûn.
Li gor rapora nûçegehanên hindur, revşa saxlemiya wî zarok û jina bi temen ku teqîn di mala wan de qewmî nebaş e.
Herwisa, rûdana teqînê bûye sedemê zirar gehandin bi wî avahyî û di encam de 4 kesên din jî hatin birîndar kirin.