Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirmanşan bêkartirîn parêzgeha Îranê ye

20:58 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di nûtirîn rêzbendî a parêzgehên Îranê li dor bêkariyê, parêzgeha Kurdakincî a Kirmanşanê bi nirxa ji seda 20.7, bêkrtirîn parêzgeha Îranê ye.

Navenda serhejmariya Îranê bilav kir, parêzgehên Kirmanşan û Luristanê li pileya yekem û duyem bêkartirîn parêzgehên Îranê ne û nirxa bêkarî li parêzgeha Kirmanşanê ku nifûsa wê digîje 2 milyon kesan, %20.7 hatiye ragenadin.

Herwiha nirxa geşeya nifûs li parêzgeha Kirmanşanê %0.69, nirxa pişikdariya abûrî %35.4 û nirxa xwendewarî %81.72 hatiye ragehand in.

Ew serhejmariyene ji aliyê navenda amara Îranê ve hatiye bilivkirin û bi sedema nebûna medyaya azad û çalakiya navendên serhejmarî bi awayeke serbixwe, ew amare dibe zêdetir bibe.