Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirmaşana birîndar bi hawara zirar dîtiyên Golistanê çûn

17:47 - 23 Adar 2019

Kurdistanmedia: Xelkê bajarê Kirmaşana ku li erdheja sala borî zirar dîtine, û niha li hemî kesî zêdetir îhsas bi êş û azarên xelkê Golisatana zirar berketî dikin.  

Xelkê Kirmaşanê bi vê hesta mirovdostî a xwe dest bi komkirina alîkariyan bo zirar ber ketiyên parêzgeha Golistanê kirin.

Hewceyî basê ye ku, bi sedema barîna baran zêde û çêbûna lehiyî, xelkê parêzgeha Golistanê, bê mal û hal man.

Piştî derbazbûna çend rojan li ser vê bûyera xweziy de, bo sedem ku xelkê vê deverê zirarên bêsînor bibînin û bê mal û hal bin, lê, berpirsên rejîmê bo hawar çûn û alîkarîdana xelkê zirar berketî yên vê devrê tu hewlek nedane.

Xelkê Kirmanşanê ku di dema erdhejê de, ew rewşa bi çavên xwe cerbandine, lewma, berî hemî kesî îhsas bi vê êş û azarê girankirin, û bi hawara xelkê Golistanê çûne.

Her bi vê sedemê jî, xelkê Kirmaşan û yên derdorê destavêtine bi komkirina hewcehiyên wekî alavên germkirin, xwarin, kinc, xêvet û … hwd bo xelkê zirar dîtî yên parêzgeha Golistanê.  

Hewceyî bîranînêye ku, 5 rojan berî niha, bi sedema barîna barana zêde, û çêbûna lehiyî, deha gund û bajarên girêdayî vê parêzgehê ketine bin avê de.