Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên têrorîstî li derheq kesayetiyên diyar di Rojhilata navîn berdewame

11:57 - 5 Şibat 2021

Kesayetiyekî naskirî ê siyasî û rewşenbîr û dijberê girûpa terorîste Hizbellha lobnanê hate têrorkirin.

Roja Pêncşemî 4ê Şibata 2021an “Loqman Selîm” kesayetiyê Siyasî, Rewşenbîr, Nûser û neyarê girûpa terorîstiye hizbillaha Lobnanê a girêdayî bi rejîma Îranê hate têrorkirin.

Kuştina “Loqman Selîm” kesayetiyê naskirî gelek bertek bi du xwe de anîn.

Di wê derheqê de Amerîka û Firanse, kuştina wî çalakvanê siyasî şermizar kirin û Amerîka di daxuyaniyekê de daxwaza li karbidestên Lobnanê kir, ew kesên ku di kuştina “Loqman Selîm” de dest hebûne divê bêne cezadan.

Herwisa roja Înê 5ê Şibata 2021an, pîlana têror kirina fermandê hêza Esmanî a Artêşa Îraqê li bajarê Bexdayê hate pûçkirin.

Pêka nûçeya, nûçegihaniya “Anatol” hatiye belavkirin ku çend kesên nenaskirî dixwastin ku li rêya bombên destî li nêzî mala “Semîr Elmelekî” li bajarê Bexdayê wî Fermandê hêza Esmaniye Artêşa Îraqê têror bikin lê ew cehda wan hatiye pûç kirin.