Kurdistanmedia

Çarşem 26 Hezîran 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran li bajarê Sewlavayê berdewam in

18:55 - 28 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorîst li bajarê Sewlavayê bi awayekî berdewam mejûlê alozkirina deverê ye.

Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Sewlavayê bo perwerdekirina caş û terorîstan, çedîn avahî hene, ku yek ji van dermanxaneya Muradiy e ku wir 250 kesên çalak kar dikin û rejîm hejmareke zêde ji besic, caş û sîxorên çalak yên devera Sewlava û Şamyan hene.

Herwisa Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Sewlava bi fermandariya serheng Xefar li van binkeyan bo îşkencekirina girtiyên siyasî mifahê verdigire.

Spaha Pasdarana terorîst li bajarê Sewlavayê, bi çendîn tiromibîlên leşkerî û şexsî, di tartiya şevê de, çavdêriya deverê dike, û li nav daristanên deverê digerin û bi awayekî berdewam digel caşên ku li gundên derdorê ne di pêwendiyên de ne, û hatûçûnên xelkê çavdêrî dikin.

Herwisa Spaha Pasdarana terorîst li tartiya şevê li tirsa hebûna hêza pêşmerge li deverê, nevêrin bi kinc û tiromibîlên leşkerî derkevin, li kinc û tiromibîlên şexsî mifahê verdigirin û hemû jî çekdarin.