Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kiryarên weke dizî û gendeliyên melayên girêdayî rejîmê berdewam in

12:42 - 18 Gulan 2022

Tevî bilindbûna nirxan û destnekevtina hewcehiyên destpêkî ên jiyana rojane ya xelkê, melayê girêdayî rejîmê mijûlî dizî û gendeliyên xwe ne û li ser hesabên xelkê jiyana xwe birê ve dibin.

Pêka dîmenekê ku di torên civakî de belav bûye, hejmarek mela mijûlî derxistina rûnê xwarinê ji sandiqa maşînekê ne û ev kiryara di demekê de ye ku welatî di wan rojên dijwar ên jiyanê de bona kirîna rûnê xwarinê dibe li rêzan de bin an jî  her dest wan nakeve.

Tevî bilindbûna nirxan û roja reş a xelkê, Axûndên rejîmê mijûlî dagirtina berîkên xwe ne û li ser hesabên xelkê hejar û destteng jiyana xwe bi bê ti astengiyekî birê ve dibin û xelk têr an birçî be, bo wan ne ti xeme.