
Di halekê de ku kêmtir ji sê meh e li ser hatina vîrûsa Korona di Îranê de derbas dibe, hêşta jî rejîma Îranê amarên serast belav nekiriye.
Pêka dawî amara ku îro roja Duşemî 25`ê Xakelêwe, Berdevkê Wezareta Tendirust a rejîma Îranê, Kiyanûş Cehanpûr, belav kiriye ku dî Îranê de 1617 kes ji duh ve heya niha tûşê Koronayê bûne û 111 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Kiyanûş Cehanpûr, daye zanîn ku heya niha di Îranê de li ser hev, 73303 kes tûşê Koronayê bûne û 4585 kes jî bûne qurbanî.
Ev amarane di halekê de ne ku, rejîma Îranê ji 23`ê Xakelêwe ve ji biryarên xwe yên tund li hember Koronayê paşekêşe kiriye û ti bajarek qerentîne nekiriye. Nigeraniya wê yekê heye ku amara qurbanî û tûşbûyan roj bi roj zêdetir be, lê rejîm jî asta amaran roj bi rojê tîne xwarê.
Di heyama çend roj beriya niha de, yek ji berpirsê Saziya Cîhanî a Tendirustiyê dabû zanîn ku, ew amarane tenê yek li ser pênc a amara rastî ya Koronayê di Îranê de ye.