Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Klînton: Rejîma Îranê, metirsiya herî mezin e li ser Amerîkayê

20:14 - 15 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hîlarî Kilînton di yekem civîna giştî ya hilbijartina Serokomariya Amerîka’yê de ragihand ku rejîma Îranê mezintirîn metirsî yeli ser ewlehiya Amerîka’yê.

Berbijêra Demokratan ya jib o hilbijaritnên serokomariya Amerîkayê di sala pêşber de, roja şemî 13’ê Hezîrana 2015’an, di yekem civîna xwe ya berî hilbijartinê de, Rûsiye, Kureya Bakûr û rejîma Îranê bi metirsî da zanîn.

Herwiha ragehand ku Amerîka, bihêztirîn welat e di berbirû bûna bi gefên rejîma Îran, Koreya Bakûr û Rûsiyê de.

Ev gotinên Hîlarî Kilîntonê û bi metirsî zanîna rejîma Îranê di halekê de ne ku berdevka Wezareta Derwe ya Amerîkayê, roja înê 12’ê Hezîrana 2015’an, danustandinên navikî bi Îranê re aloz û dijwar dabû zanîn.

Herwiha, dîplomat ji ser vê bawerê ne ku li halekê de ku tenê çend hefte ji bo dawiya dema diyarîkirî mane, lê danustandinên navikî pêşdeçûnek berbiçav bi xwe ve nedîtine.

Berê jî Êlîna Roz Lîtîn, endama komarîxaz a Kongireya Amerîka’yê û berpirsa Komîteya Kar û barên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê di Parlimentoya wî welatî di daxûyaniyekê de bo cara çendê hişdarî li dor her terze lihevhatina superhêzan bi rejîma Îranê, daye dewleta Amerîkayê.

Ew endama Kongireya Amerîkayê di gotinên xwe de tekez li ser “rênedan bi pirograma vejena navikî ya rejîma Îranê” kir û herwiha got ku tu nîşaneyek ji hewildanên ji bo pêşîgirtina ji rejîma Îranê jib o gihîştina bi çeka navikî xuya nakin.

Herwiha, Washington Post’ê jî di vê pêwendiyê de raporek weşandiye ku, li halekê de ku derfeta rêketina navikî a rejîma Îranê û şeş welatê superhêz ên cîhanê ber bi dawiyê ve diçe, lê hêsûya gihîştin bi lihevhatina dawîn nerohn e.