Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçber û revîna kesên elît ji Îranê berfirehtir bûye

12:18 - 18 Gulan 2022

Bi sedema rewşa xeraba aborî, guhnedana rejîmê, serkut, cudahîdanîn û bêhêvîbûna ji paşerojê, koçberbûn, revîna pisporan û kesên serkevtî di olempiyadan û herwisa kesên xwedî zaniyariyên bilind ji Îranê gelek zêdetir bûye.

Pêka amarên Îdareya Pasaporta rejîma Îranê di salên 1380`an heta sala 1399an a Rojî, %37.2 a xwediyên xelatên Olempiyadên xwendevkaran, %25.5 ji “endamên Weqfa Elîtan”, %15.4 ji kesên serkevtî yên konkorê ku pileyen 1 heta hezarî bi dest anîne, welat bi cih hêlane û li derveyî Îranê dijîn.

Ew amarên ku, rejîmê belav kirine tenê wan kesan ji xwe digre ku xwediyê pasaportan bûne û îzina derkevtina ji Îranê hebûne lê, amara serast çend qat ji vê amarê zêdetir e û rejîma Îranê ji hemû aliyan ve givaşê dixîne li ser kesên xwedî pisporiyên taybet û mejiyê zîrek yan hemen kesên elît û wan neçar dike da ku cih û warê xwe biterkînin û nekarin pisporiya xwe bo berjewendiyên welat bikar bînin.

Herwisa hejmarek zêde ji pizîşkên pispor û peresdar jî ji Îranê derketine.

Di Rojhilatê Kurdistanê de, rewş gelek xerabtir ji cihên din ên Îranê ye, gelek ji xwediyê birwerîanameyên bilind û kesên pispor neçar in li ser şeqaman tiştan bifroşin, an mejûlî kedkarî û kolberiyê bibin an bi awayekî ji Îranê derkevin.