Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçerên Kirmaşanê rastî pirsgirêka bilindbûna nirxa debara ajelan û daketina nirxa goştê ajelên xwe hatine

09:25 - 13 Çirriya paşîn 2021

Koçerên Kirmaşanê tûşî çendîn pirsgirêkan bûne û hindek ji wan pirsgirêkan ev in: “Pirsgirkên çûn û hatin bo zozanan, xercê xwedîkirina ajelan, destnekevtin û bilindbûna debara ajelan, nebûna xizmetkariyan, destnekevtina şewatên wekî neftê û kêmbûna ard û …hd”.

Berpirsê koçerên parêzgeha Kirmaşanê, “Mûsa Beyat” di wê derheqê de gotiye: “Tevî vê yekê ku nirxa debara ajelan gelek bilind bûye, ji aliyê beşa Piştevaniya Karûbarên Ajelan ve debar gelek kîmtir ji qasa erêkirî bi wan bo ajelên koçeran didi û ev yeka, koçer rastî pirsgirêkên gelek dijwar kirine”.

Herwisa navbirî gotiye: “500 malbatên din bi rêjeya malbatên koçerên parêzgeha kirmaşanê zêde bûne û koçer nêzî %4.2 a gelempera heşîmeta parêzgeha Kirmaşanê li xwe digre, ew amar li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, %6.7 e û parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê heşîmeta koçeran ve di pileya 8ê de ye.