Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçkirina kadrên dermanî yên Îranê bo derveyê welat

17:03 - 18 Kanûna pêşîn 2021

Midehek e nûçeya kadrên dermanî yên Îranê di nav torên civakî de têne belavkirin, lê wê carê berpirsên rejîmê bixwe jî ev yeka teîd kirin.

Cihgirê Serokê Komîsiyona Tendirustî ya rejîma Îranê “Seyîd Mihemed Pakmêhr” li deheq koçkirina kadrên dermanî bo derveyê welat ji nûçegihaniyên rejîma Îranê re gotiye: “Bi sedema arîşeyên zêde û nadadperweriyên ku di navendên dermaniyên welat de hene, nêzî 2550 kadrên dermanî yên wek neştergerî, hişber û…hwd dixwazin ji welat ber bi derve herin”.

Navbirî daye zanîn ku wan kadrên dermanî bawernameyên xwe bo derveyê welat şandine ku wan wergirin”.

Navbirî sedema koçkirina wan kadrên dermanî kêmbûna heqdest daye zanîn û gotiye, “ger heqdestê wan digel welatên Rojavayî û yên deverê bê helsengandinkirin, tê zanîn ku cudahiyek zêde heye û ev mijare dibe sedemê vê ku ew di welat de nemînin”.

Ji aliyek din ve jî, Serokê “Xanê Perestar” ya Îranê, “Mihemed Şerîfî Muqedem” di hevpeyvînekê de gotiye: Me 100 hezar kadrên dermanî yên bêkar û betel hene”

Bi sedema nebûna kar, rewşa xirab a aboriya welat, gendeliya berpirsên rejîmê û dorpêçên aborî yên Amerîkayê li ser Îranê, netenê kadrên demanî belkî gelek ji dersxwan û pispor û sedan kesên xwediyê bawernameyên zanîngehan ber bi derveyê welat ve koç dikin û di welatên cuda de daxwaza penahendigiyê dikin.