Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberê 14 salî heya niha jî bê serûşûn e

17:09 - 19 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hewla peydakirina “Ferhad Xusrewî” ew kolberê ku şeva Duşemî, li bilindahiya mila “Tete”yê di nav befir de windabibû heya nijha jî negihîştiye ti encamekê.

Şeva Duşemî, 25`ê Sermawez, Sê kolberên Kurd li bilindahiya mila “tete”yê rastî befr hatibûn.

 “Azad Xusrewî” Kurê “Osman” û xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, li bilindahiya çiyayê “Tete” a ser bi bajarê Hewramanê, bi sedema sir û seqamê canê xwe ji dest da.

 “Ferhad Xusrewî” yê temen 14 salî birayê “azad Xusrewî” di vê bûyerê de windabûye û heya niha jî nehatiye peydakirin.

Di vê bûyerê de, kolberekî din bi navê “Husên Keremî” bi dijwarî rastî sirlêdanê hatiye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

 “Mihemed Mihemedî” berpirsê Heyva Sor a parêzgeha Sine li derheq hewlan rizgarkirina wan kolberên ku di nav befirê de mabûn gotiye: “Di dema peydakirina wan kolberên ku li bilindahiya “tete”yê nav befrê de mabûn, mixabin di dema ku kolber dihatine veguhastin kolberekî canê xwe ji dest da û yekek din jî bo nexweşxana Sewlava hate veguhastin.”

Di heyama çend rojên derbasbûyî de ji aliyê xelk ve çendîn banghêjî di nav torên civakî de ji bo peyakirina “Ferhad Xusrewî” hatine belavkirin.

Welatiyên xelkê bajarê Merîwanê û gundên derdora wî bajarî û Hewreman, eve li roja sêhem e ku li pey kolberê bê serûşûn “Ferhad Xusrewî” digerin.

Heyeta Çiygerayî a bajarê Merîwanê roja Çarşemî, 27`ê Sermawezê, rgihand ku, 17 Çiyager yên biezmûn li bilindahiya çiyayê “Tete” di hewla peydakirina wî kolberê de bûne, lê heya niha ti şûnwarek nehatiye peydakirin.

Biryar wisa ye ku heyeta Çiyagerayî ya bajarê Merîwanê tîmeke din ji bo peydakirna wî kolberê bo wê deverê veguhazîn in.