Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek din jî li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

18:43 - 24 Nîsan 2022

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye ku roja Şemî 3`ê Banemer a sala 1401`an a Rojî, hejmarek ji kolberên Kurd  li ser sînorê Newsûdê rastî teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê “Îhsan Keremî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî hate birîndarkirin.

“Kurdpa”yê belav kiriye ku ew kolberê Kurd di wê bûyerê de destê wî birîndar bû û bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di berdewamiyê de daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din dane ber gulleyan.

Her di vê derheqê de, êvareya heman rojê, kolberekî din ê bi navê “Îsmaîl Sebokrû” xelkê bajarê Rewanserê, bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê Şûşmê hatibû birîndarkirin.