Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek ji aliyê hêzên rejîmê ve hate birîndarkirin

12:06 - 20 Îlon 2020

Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Çaldiranê, kevte ber desrêja gulleyên hêzên Spaha Pastaran a terorîst û birîndar bû.

Roja 19ê Îlona 2020an komek ji kolberan li ser sînorê bajarê Çaldiranê li navçên nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, kevtine ber desrêja gullên rasterast yên hêzên Spaha Pastaran a terorîst, û di encama wê gullebaranê de, kolberek bi giranî birîndar bû.

Nasnameya wî kolberê birîndar, Mihyedîn Dudkanlû, temen 26 salî, kurê Kerîm hatiye zanîn.

Ew kolberê birîndar bona çareseriyê bo navendekî pizişkî li bajarê Çaldiranê hatiye veguhastin.

Ji aliyekî din ve jî, hate zanîn ku hikûmeta Tirkiyê bona radestkirina termê kolberê Kurd yê bi navê Şehram Mihemedî, bi malbata wî re, daxwaza 70 milyon tumenan dike.

Hewceyî bîranînê ye ku Şehram Mihemedî 9 rojan berî niha nêzîkî sinoran kevte ber teqa hêzên Tirkiyê û hate kuştin û niha Tirkiye bona dana termê wî daxwaza 70 milyon tumenî dike ku Husêynê babê Şehram jî dest teng e û şiyana dabînkirina wî pereyê tinîne da ku bikare termê kurê xwe bistîne.