Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hate birîndarkirin

18:49 - 30 Çirriya paşîn 2021

Gorî nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, êvareya roja Yekşemî 7`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Îzedîn Bayzîdî” kurê seyîd Husên, xelkê gundê “Bawule” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên rejîmê bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê bajarê Pîranşehrê teqeya rasterast li navbirî kirine.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 4`ê Sermawezê, du kolberên Kurd ên bi navên “Mîlad Ehmedî”, xelkê Selasa Bawecanî û “Îhsan Hebîbî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê, hatine birîndarkirin.