Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek Kurd li ser sînorê bajarê Merîwanê hate birîndarkirin

09:52 - 7 Adar 2022

Êvareya roja Înê 13`ê Reşemê, kolberek Kurd ê bi navê “Cebar Salihî” temen 33 salî û kurê Hecî Ehmed û xelkê gundê “Wuşkelan” ê girêdayê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîmê li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din dabûne ber gulleyan.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hate veguhastin û rewşa giştî ya navbirî nebaş hatiye ragihandin.

“Cebar Salihî” xîzandar û bavê du zarokan e.