Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li ser sînorê “Bêtûş” ê ser bi bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:40 - 19 Nîsan 2022

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, êvara roja Duşemî 29ê Xakelêwe, kolberek Kurd ê bi navê “Silêman Îbrahîmzade”, temen 37 salî û xelkê gundê “Binûxelef” ê girêdayî bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê “Bêtûş”ê canê xwe ji dest daye.

Kurdpayê daye zanîn ku, hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Bêtûş”ê bi bê agehdarkirina berê “Silêman Îbrahîmzade” di dema kolberiyê de dane ber gulleyan.

Ew kolbere xêzandar û bavê zarokekê ye.

Di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 28ê Xakelêwe, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorên “Newsûd û Şûşmê”, teqe li hejmarek ji kolberan kiribûn ku nasnameya 10 kes ji wan kolberan bo Ajansa “Kurdpa”yê eşkere bûye û herwisa çendîn kolber jî birîndar bibûn.