
Şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Ferşad Rostemnijad” ê 23 salî û xelkê gundê “Şimşîr” ê ser bi bajarê Paweyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye ku êzên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere dane ber gulleyan û milê navbirî yê çapê hatiye birîndarkirin.
Ev kolbere bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî hatiye veguhastuin.
Her di vê derheqê de şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Azad Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Kolese” yê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve, canê xwe ji dest da.