
Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”Yê belav kiriye, şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Azad Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Kolese” yê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve, canê xwe ji dest da.
Kurdpayê daye zanîn ku ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de rastî wê bûyerê hatibû.
“Azad Îsmaîlpûr” xîzandar û bavê du zarokan e.
Di wê derheqê de roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, kolberek Kurd bi navê “Osman Bedrî” xelkê gundê “Wanîser” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bibû.