Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi sedema gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê hate birîndarkirin

11:45 - 1 Îlon 2020

Roja duşemî 10`ê Xakelêwe (31`ê Tebax)ê, kolberekî Kurd yê bi navê “Sêvdîn Kelaşî” yê 35 salî û kurê Bihadîn û xelkê gundê “Gîweran” a ser bi devera Kotol a girêdayê bajarê Xoyê, li ser sînorê wî bajarî rastî gullereşandina rasterast a hêzên Artêşa Tirkiyê hat û di encamê de hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd di dema gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê de derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê dibe û li wir rastî teqeya hêzên Artêşê tê û birîndar dibe.

Dema ku ew kolberê Kurd ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve tê birîndarkirin, bo tedaviya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyê bajarê Van a ser bi Bakurê Kurdistanê tê veguhastin.

Ciwanên Kurd bi sedema nebûna kar û bêkarî, neçar in rû ji karê dijwar yên wekî kolberiyê bikin û her roj çendîn ciwanên Kurd li ser sînor ji aliyê hêzên rejîma Îranê û yên Tirkiyê ve têne kuştin û birîndarkirin.