
Roja Yekşemî 16ê Sermawezê, kolberkî Kurd yê bi navê “Ferzad Seidûzade” kurê Es`ed xelkê gundê “Kozereş” yê ser bi bajarê Selmasê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.
Ew kolberê Kurd digel hejmarek din ji kolberan bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîmê hatin.
Termê wî kolberê Kurd bo nexwşxaneya bajarê Selmasê hate veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin.
Ferzad Seidûzade xêzandar e û bavê du zaroka bû.
Kuştina kolberan li ser sînorên Kurdistanê ji aliyên hêzên rejîmê ve berdewam e û ti navendek mafê mirov an jî rêkxistinek mafê mirov di vê derheqê de ti bertekekê nîşan nadin.