Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd ji aliyê rejîma Îran ê ve hate binçavkirin

14:02 - 19 Tebax 2020

Kolberekî Kurd di devera “Mirgewer” a bajarê “Urmiyê”, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Roja Şemî, 15ê Tebaxê, kolberekî Kurd bi navê “Şehriyar Pûrelî”, kurê “Isfendiyar” xelkê gundê “Dizê” ya devera “Mirgewer” a girêdayê bajarê “Urmiyê”, ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îran ê ve hatiye binçavkirin û bo girtîgehekî hêzên Întizamî yên rejîmê, hatiye veguhastin.

Heya niha, ti zaniyariyk li derheq sûç an tometên ku hêzên rejîm ew Kolber li ser binçav kirinî li ber dest nîne.

Herwisa roja Şemî, 15ê Tebaxê, Kolberekî din bi navê “Selman Mehmûdiyan”  ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû birîndarkirin û 3 kolberên din bi navên “Perwîz Mihemedî, Ceifer Mihemedî û Samî Mihemedî” xelkê gundê “Bawan”a Mirgever, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Herwisa di roja Sêşemî, 18ê Tebaxê, bi hegera teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê di sînorê bajarê “Newsûd” a parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd bi navê “Seidî Mîrzayî”, 24 salî,  kurê “Reşîd”, xelkê gundê “Qalîçe” a devera “Selas a Bawecanî” bi tundî birîndar bûye.