Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li herêma Somayê ji aliyê hêzên rejîmê we hate kuştin

13:58 - 16 Tebax 2020

Bi hegera teqa rasterast ya hêzên rejîmê li nawça Somayê ser bi Urmiyê, Kolberekî Kurd hate kuştin û 2 yên dinê jî birîndar bûn.

Roja 15ê Tebaxa 2020an hêzên rejîmê li nêzîk gundê Kuranê li herma Somayê, bi bê agehdar kirina pêşta, komek Kolber dane ber desrêjiya gullan ku di encamê de kolberek bi navê Sirac Ehmedî kurê Sertîp xelkê gundê Kuranê temen 37 salî, canê xwe ji dest da û 2 kolberên dinê jî birîndar bûn.

Di heyamê 2 mehên derbasbûyî de Sirac sêyem kesê wê malbata gundê Kuranê ye ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tête kuştin.

Di demekê de ku hêzên rejîmê hankî bêrehmane sîngê lawên Kurd ku tenê bona peydakirina pariyekî Nan kolberiyê dikin hankî didne ber gullan û wan dikujin,Huseyîn Xanî, Fermandê sinûrparêziye rejîmê li parêzgeha Urmiyê pêşta gotibû ku hêzên me teqe ji çi kolberekê nekirine, wî fermandê cinayetkar roja derbasbûyî jî bi berewajiyê gotina xwe ya pêşta, got: heçî cure hatinûçuyîna bo aliyê sinûran, qaçax tête hisabê û hêzên sinûrparêz jî erkê xwe cîbicî dikin bona parastina sinûran, ew gotina wî cinayetkarî û qaçax hesibandina hatnûçunê û kolberiyê, bi curekê ferman û rewayî dan bi kuştina hindî zêdetire lawên Kurde.