Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li sînorê Çaldêranê bi teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da

13:52 - 1 Tebax 2020

Roja Înê 31`ê Tîrmeha 2020 an, Kolberekî Kurd bi navê " Riza PûrÎsma`îl " xelkê gundê "Xidirlû" a ser bi bajarê Çaldêranê, di encama teqeya rasteraste hêzên Kurd kuje rejîmê ve, canê xwe ji dest da.

Ew Kolberê Kurd, di gel hejmarek Kolberên din di ser Sînor ê " Emû Xanzad " a Çaldêranê bi bê haydar kirina pêştir kevtne ber desrêjiya gullên hêzên rejîmê ku di encamê de Riza pûrîsma`îl hate kuştin.

Her di vê derheqê de, roja Pênicşemî 30ê Tîrmehê jî ` Kolberekî Kurd bi navê " Wezîr Mihemedî " kurê "Ehmed " xelkê gundê "Heşmer " a ser bi bajarê Selasî Bawecanî, di encama teqeya hêzên rejîma Îranê de, li sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da.

Rejîma mirov kuje Îranê roj nîne ku canê Kolberan nestîne, ku bo paryeke nanê helal wê rêka dijwar didne bera xwe, Lawê Kurd bi sedama bê karî û bê dahatî û bihatiyê ku barê jiyana wan gelek dijvar û girane, karê kolberiyê bi kite rêka peydakirina nan dibînin, ku ev jî bi sûçê peydakirina nan rojane ji aliyê hêzên rejîmê ve têne kuştin.