Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd piştî 8 rojan birîndar bûnê, canê xwe ji dest da

13:44 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kolberekî Kurd piştî derbas bûna 8 rojan bi ser birîndar bûnê ji aliyê hêzên terorîste Sipaha Pastan, bi hegera xeda bûna birînên xwe, koça dawiyê kir.

Roja Înê 17 ê Tîrmeha 2020 an, Kolberê Kurd yê bi navê Şemzîn Ehmedî kurê Hakim, xelkê gundê Koranê li herêma Soma ya girêdayî bi bajarê Urmiyê, ku her li roja birîndar bûnê ve di yêk ji nexweşxanên bajarê Van ê li Bakura Kurdistanê hatibû razandin, bi hegera giraniya birînan , canê xwe ji dest da.

Ew kolberê kurd ku bi derba çend Gullan Zik û Hinavê wî birîndar bibû, pitir ji hefteyekê bû ku di Nexweşxana bajarê Van ê bin zêrevaniya tunde Pizişkî de bû.

Ew Kolberê Kurd roja 9 ê Tîrmeha 2020 an tewî 2 Kolberên dinê bi navên Hikmet Ehmedî kurê Sidîq xelkê gundê Koranê, û rewşen Cihangîrî kurê Fazil xelkê gundê Sînava li herêma Soma yê, bi teqa raste raste Sipaha terorîste Pastaran bi giranî birîndar bûn.

Ew 3 Kolberên Kurd yên xelkê herêma Soma yê, bona çareseriya pizişkî, bo tirkiyê hatibûne veguhastin.

Birayekî dinê ye Şemzîn bi navê Erselan Ehmedî, di dest pêka Meha Cozerdana Îsal, li dema Kolberiyê de, li ser sinûrê Soma bo bakurê Kurdistanê kevte ber desrêjiya gulên hêzêt Sipaha terorîst û canê xwe ji dest da.

Mixabin bi hegera bêkarî û bê dahatiyê û bona peyda kirina pariyekî nanê helal Şemzîn duyem kurê vê malê bû ku ji aliyê sipaha kurd kuj ve hatiye kuştin.