Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberên Kurd bona peydakirina paryek nan dibe canê xwe bikin gorî

12:48 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, Roja Înê 24`ê Befranbarê, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Bane, teqe ji desteyek kolberên Kurd kirin û di encamê de koberê Kurd yê bi navê “Mêhran Rehmanî” temen 23 sal û kurê Xefûr, xelkê gundê “Menîcelan”ê canê xwe jidest da, û kolberekî din yên bi navê, “Îbrahîm Rehmanî” jî, bi dijwarî birîndar bûye.

Kurdpayê daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, ew du kolberên kurd digel destyek kolberên din bi bê agehdarkirina berê, teqeya rasterast ji wan kirine.

Herwisa hêzên leşkerî yên rejîmê, ew du kolberên Kurd di dema zivirînê de, bi bê ku tiştek digel wan hebe, ew rastî gullereşandinê anîne.

Îbrahîm Rehmanî xalê Mêhran Rehmanî ye, û herdu jî xwediyê zarokan in û Mêhran ee demek kurt e ku jiyana hevpar pêk aniye

Di vê bûyerê de, Îbrahîm Rehmanî bi dijwarî birîndar dibe û bona çareseriyên pizîşkî navbirî bo navenda dermanî veguhastine.

Herwisa roja Pênçşemî 23`ê Befranbarê jî, li bajarê Urmiye sê kolberên kurd bona dabînkirina debara jiyana xwe, bera xwe dabûne sînorê Turkiye û li tirsa hêzên leşkerî ên rejîmê rêya xwe wunda dikin heta niha jî bêçarenivîs in.